Daren zeytûnan di cih de hişk bün, tu lib bi wan ve neman. Bu haho hahaya Türcelé, dengê qêrina wê di felekan re derket. Kürini bi Xab û Kulébeyê ket û bi ser Erge Baba de giriyan. Qiza Qirėl porên xwe gis hilkirin, xwazgînîyên xwe giş vegerandin, herdu gulîyên xwe di ber de jê kirin û zewac li xwe heram kir. Wê rojê, ne tu kes çu dehlê û ne jî li qehwexaneya Celalê Sor rûnişt. Aşxaneya Huti venebû, şüşeyeke araqê li ser maseya qoziyê bi ser qedeha vala de poniji. Hespikeke hesini be xwedi ma, xwe sipart direkê cereyanê û li hale xwe û wan girlya. Ji Kaniya Güzê heta Aşê Mala Xemo, kes li sûkê nema. Xeto û Remo şaş man û ji jora Dêrikê heta Heramiyan, bi tepan çün serên xwe. Wê gavê, bayekî şînê xwe li taxa Mahmûdan girt. Hinar perçivin, libên wan giş bûn hêsir û bi ser Dêrikê de hatin xwarê. Lehîyek rabû û Dêrika Çiyayê Mazi da ber xwe.


Berê gotin hebû


207

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü

2001




Bêjeyên Sereke

Berê gotin hebû
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number