Baxê Îrem 34 şairên kurdî-kurmancî yên klasîk ên nû dide nasîn û ji şi’rên wan nimûneyan berpêş dike. Her wiha çend helbestên xwedînenas jî di nava rûpelên xwe de dihewîne. Em bi vê berhemê haydar dibin ku 34 şairên klasîk ên kurmancî li lîsteya şairên klasîk ên kurmanc zêde bûne. Heta niha belkî li tu derê ev şai’r nedihatine zanîn. Bi vê pirtûkê xuya ye ku wê rewş û dîroka edebîyat kurdî ya kurmancî bête gorîn. Lewra berê, me dizanî ku piştî Eliyê Herîrî yekem helbestvanê kurdîya kurmancî Melayê Cizîrî ye. Lê piştî vê xebata hêja em dibînin ku Mela Mehmûdê ku bi nasnavê Hemîdî tête zanîn, beriya Melayê Cizîrî helbest nivîsîye.
Helbestvanên ku di vê berhemê de cih girtine ev in: