“Te xêr e? Xuya ye derdekî te heye, ka bêje!”
“Erê, qey tu nizanî Kreon ferman daye ku
ji herdu birayên me yekî bispêrin axê û yê din nespêrin.
Weku dibêjin, Eteoklîs bi dadwerî, li gor rê û resmê olî
bi nirxên şahdetiya ku şehîdan dikevin binax kiriye
da ku birûmetî û serbilindî here welatê miriyan.
Lê ferman daye ku tu kes termê Polînîkîsî ku bi birînên
xedar bêcan mayî nesipêre axê û jê re şînê negire!
Mîna kelaxekî mirdar ser rûyê erdê bêgor bimîne,
bibe nûşî canê teyr û tûrên, seg û gurên dirinde
ku çavbirçî û har ji sibê heya êvarî li xwarinê digerin.”
Axaftina navbera du xwişkan, Ismînî dipirse û Antîgonî dilê xwe vedike.
Ev tragedyaya ku 2500 sal berê li Yewnana Antîk hatiye nivîsandin, vêga li Kurdistanê, welatê miriyên bêserûşûn konê xwe vedide. Kurdiya Antîgonî îthaf e ji Dayikên Şemiyê û wan miriyên bêkêl û gor re...
112
Kurmanci
2021
Loading....