Mela Mehmûdê Bazidî di sala 1858-1859an de bi teşwiqa A. Jaba li Erziromê 'Adat û Rusûmatname'ê Tewayife Ekradiye telif kiriye, bi xeta xwe nivîsiye û her wiha di sala 1868an de li Îzmîrê bi destê kesekî navê wi Şah Nezer ji nů ve hatiye nivisîn. M. B. Rudenkoyê di sala 1963an de ev berhem digel wergera wê ya Rûsî li Moskovayê çap kiriye.
Mela Mehmúd bi vê berhemê û yên din wekî damezrînerê pexşana Kurdî tê qebûlkirin û her wiha di vê pirtûka xwe de weki civaknasekî pispor, bi gelemperî ji dîrok, ziman, bawerî, çand û kelepora wan dest pê kiriye qala hebûn û nirxên Kurdan kiriye.
Bi vê xebata xwe Mela Mehmûd bûye Ibn Xaldûnê Kurdan. ku îbn Xaldûn bi kitêba xwe Muqaddîmeyê di alema Îslamê de û nav Ereban de wekî civaknasê pêşîn û dîroknas tê qebûlkirin, Mela Mehmûd ji bi ked û xebatên xwe yên cihêreng di nav Kurdan de digel taybetiyên xwe yên din, civaknas û dîroknasê ewil e.
284
Kurmanci
Folklor-Nifir û Dua/ Folklor-Dua ve Beddua
2021
Loading....